NûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîkayê hêzên xwe ji Sûriyê dikşîne

Hatiye ragihandin ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişîna ji Sûriyê îro yekem karwanê Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê derketin eû hatine Iraqê.

Çavkaniyen naxweyî yên li Sûriyê ji ajansa Anadolu ya Tirkiyê ra aşkere kirine ku hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê derketine. Herwisa hatiye gotin ku ew hêza Amerîkî ligel çek û tankên Hummer çûnê Iraqê.

Tê zanîn ku 18 binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Sûriyê hene. Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bi 2 hefteyan aşkere kir ku wê hêzên xwe ji Sûriyê bikşînîn. Herwisa Trump beriya bi çend rojan bi nihênî serdana binkeya Eyn Esad a Amerîkayê li Iraqê kir. Di serdana xwe da Trump da zanîn ku wê leşkerên xwe ji Sûriyê bikşînîn û li Iraqê bi cî bikin.

Başa dön tuşu