AsyaCîhanEwropaNûçe

Amerîkayê ji bo Koreya Bakur bang li Çînê kir

Li gori nûçen malpera Sputnik, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand, ‘Ji ber pêwendiyên Çînê yê Koreya Bakur re, Çîn dikare vê pêwendiya xwe ya taybet bi kar bîne û bihêle ku Koreya Bakur bernameyên navokî û balîstik bide rawestandin.’

Toner di civîna rojane de bang li hikûmeta Çînê ku ku bandora xwe li ser Koreya Bakur bi kar bîne û wiha domand: “Çîn bi sedema pêwendiyên xwe yên aborî xwedî serdestiyekê ye li ser Koreya Bakur. Çîn bi bikaranîna vê pêwendiya xwe ya taybet dikare bihêle ku Koreya Bakur bernameyên navokî û balîstik bide rawestandin.”

Toner bal kişand ser ku di nav 6 mehên dawî de Koreya Bakur gelek caran ceribandinên moşekên balîstik kirine û daxwaz ji civaka navdewletî kir li hemberî Koreya Bakur bergiriyan bikin.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku ji bo midaxeleya Koreya Bakur pêdivî bi lezê heye û got, çareseriya li ser mijarê divê ne maweyeke dirêj de di demeke kurt de pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu