FilistînNûçeRojhilatanavin

Henye: Em tu carî Rejîma Siyonîstî bi fermî nas nakin

Serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Zîvala Gazayê bi Rêxistina îstixabart û ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîstî (Shabak) re ketiye nava şerekî ewlehiya eskerî ya tam û tekûz.

 Li gorî rapora navenda ragahndinê ya Filistînê, Îsmaîl Henye, îro pêncşemiyê li axiftinekê destnîşan kir ku tevgera Hamasê tu carî  dê Rejîma Siyonîstî bi fermî nas neke û dê bi wê re li hev neke.

Henye destnîşan kir: Filistînî tu carî dê  qet dev ji  buhustek axa welatê xwe ber nede,  ji ber ku Quds ya filistîniyan e û loma filistînî tu carî îzna cihanîna  plana  aşitiya emerîkî ya nasiyar bi danûstandina sedsalê nedin.

Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê“ bi armanca wêdadayîna mijara Filsitînê, rewazanîna siyaseta cihêkariya nijadî ya siyonîstan û bajaroksaziya vê rêjîmê li gorî pîvan û standardên Amerîkayê ye.

Serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Berxwedana  Îslamî ya Filistînê( Hamas) got: Berxwedan riya herî kurt ji bo azadkirina nirxên  Îslamî yên Filistînê ji lepên  dagirkirên siyonîstan e.

Heniye bal kişand ser sekinîna Hamasê ser  riya rawestana li ber dijminê siyonîstî û raghand ku ev tevger dijberê her cure normalkirina  peywndiyan bi Rejîma  Siyonîstî ye.

Başa dön tuşu