IraqNûçeRojhilatanavin
Amerîkayê li xwe mukur hat ku li Iraqê kesên sivîl kuştine

Qumandetiya leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê, li xwe mukur hat ku di encama êrişekî hewayî de li Mûsilê muhtemel e ku kesên sivîl jî hatibin kuştin.
Li gorî rapora roja îniyê ya Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP), Sentkam an qumandetiya leşkerî ya amerîkayê li Rojhilata Navînê ragihand ku balafirên hevalbendiya Amerîkayê, êriş birine ser trombîleka hilgira terorîstên DAIŞ`ê li navçeyeka Mûsilê ku paşê pê hesiyan ev navçeya parkînga komnexweşxaneyekê bûye û bûye sedema mirina kesên sivîl. (BANGÊ ÎSLÂMİ)