ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê Şêxê sexte hat îdamkirin

Li gor malpera nûçe ya Asrianê ku li Îranê weşanê dike ragihand ku Dadgeha Şoreşê kesekî ku qaşo însanên ku aciziya wan a psîkolojîk heye û bi rêya sihrê wan derman dike û di dema tedawiyê de destdirêjiya jinan kiribû ji sûcê sextekarî biryara îdamê lê hat birîn.

Malperê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku biryara îdama şêxê sexte hat bicihanîn, lê malperê navê şêxê ku hat îdamkirin belav nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu