Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê got: Yekalîtîya serokomarê Amerîkayê bitehluke ye û ev kiryarana nîşan didin ku dewleta Amerîkayê bi çavê ticaretê li mafên mirovan mêze dike.
Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî di duyemîn Konfiransa Serokmeclisên 6 Welatên Herêmê ya derbarê“ têkoşîna dijî têrorîsmê“ li Têhranê da herwiha got: Şêwaza serederîya Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump sazî û dezgehên mafên mirovan ji nav birine û bûye sedema bêhêvîbûna welatan.
Larîcanî bi bîr xist ku Amerîka û hin welat xwe idiakerê têkoşîna dijî têrorîsmê di zanin lê di piratîkê da têrorîsmê wekî darê destan bi kar tînin, dîyar kir: Ew kiryar bûne sebeb ku welatên navçê ji bo têkoşîna dijî têrorîsmê xwe di fikira birêxistina pergaleke navçeyî bin ku mînaka berbiçav a wê jî hevkarîya Îran, Tirkîye û Ûrsêtê derbarê Sûrîyê de ye ku heta asteke zêde serkevtî bûye.
Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî pêgirî kir: Li cîhana ku amerîkî bi dû yekalîtîyê ne, Konseya Ewlehîyê û sazîyên berpirs jî erka xwe cih naynin wekî mînak li têkildarî meseleyên Iraq, Sûrîye û Lîbîyê û hin deverên din û herwiha boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îran û Ûrsêtê hîç biryarnameyeke Konseya Ewlehîyê tinebû û vê Konseyê jî li hemberî wan karana hîç bertekek nîşan neda.
Duyemîn civîna serokmeclisên Îran, Efganistan, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê îro ser navê “têkoşîna dijî têrorîsmê û xurtkirina peywendîyên welatên navçê“ li Têhranê destpê bû.