ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîkî wer fikir dikin ku polîs û dadwerên cîhanê n

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, Amerîkayê roja  înê danê sibehê bi hinceta êrişa kîmyawî ya şikber a roja sêşemiyê li parêzgeha Idlibê 59 mûşek li bargeha hewayî ya Şeîratê li Humsa Sûriyê xist ku di encamê de 4 jê zarok 9 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rohanî, îro di civînekê de daxwaza pêkanîna lîjneyeke şopandina rastiyan bi beşdariya welatên bêalî ji bo hilkolandina mesela bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, her wiha bal kişande ser gotinên serokkomarê Amerîkayê Donald Trump li bara şerê li dij terorê û got: Heke amerîkî li gotinên xwe sadiq û rast in çima di pêngava xwe ya despêkê de alîkariya terorîstan kirin û li dij Artêşa Sûriyê ketin tevgerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu