ÎranNûçeRojhilatanavin

Amîral Fedewî: Dijmin li deryayan nikare pêngavekê dijî me rake

Amîral Elî Fedewî îro li yekemîn konfiransa hevpar a deryayî ya artêşa Îranê û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li Têhranê, bi gotina vîya ku rawêjkarîya van du hêzên deryayî, dibe sedema pêşketina çêtir a armancên me û hevdilî û yekitîyê dîyar kir: Lidarxistina konfiransên bi vî rengî dibe sedema xurtbûna pêşîlêgirtinê.

Edmîral Fedewî bi pêgirîya ser vê yekê ku Îranê di warê berevanî û pêşîlêgirtinê de karîye hêz û şîyana xwe ji bo cîhanê isbat bike, ragihand: Komara Islamî ya Îranê heşt salên şerê sepandî bi awayekî serkevtî derbas kirin û nîşanî dijmin da ku hêzên çekdar û gelê Îranê her gefekê pûç dikin.

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî pêgirî kir: Welatên dinyayê giheştine vê encamê ku hêzên çekdar ên Îranê şîyaneka gellekî xurt a pêşîlêgirtinê hene û rayedarên fermî yên Amerîkayê jî bi caran di vî warî de mukur hatine.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu