Serokê Sazîya Pêşeyên Deryayî yê Wezareta Berevanîya Îranê îro got: Şîyana berevanîyê ya Îranê giheştîye qonaxa pêşîlêgirtina mayinde.
Amîral Emîr Restgarî berî xutbên nimêja înîyê li şarê Reştê bal kişand ser pêşketinên berevanîyê yên Îranê û got: Sazîya Pêşeyên berevanîyê ya Komara Islamî ya Îranê niha mûşekên dijî zêrehpûş, gemîyên binavî, balafirên cengê yên perwerdekarîyê, helekoptêr û balafirên bêfirokevan saz dike.
Serokê Sazîya Pêşeyên Deryayî yê Wezareta Berevanîya Îranê îro got: Şîyana berevanîyê ya Îranê herwiha got: Serketina Inqilaba Islamî ya Îranê bi rêbertîya Imam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê bû sedema bihêzbûna bawerîya karîn û hêvîafirînerîyê li nav hêzên çekdar û civaka Îranê.
Admîral Restgarî herwisan bal kişand ser piştgirîyên Komara Islamî ya Îranê ji Bereya Berxwedanê û pêgirî kir: Îranê sîyaset û komployên zorbêjên cîhanê li herêmê pûç derxistine.