IraqNûçeRojhilatanavin

Amirî: Dewleta ku ji aliyê Amerîkayê va li Iraqê bi desthilat be, dê di du mehan da were hilweşandin

Serokê hevpeymaniya Hilbijartinê ya Fetha Iraqê roja Pêncşemiylê li hevdîtina bi Bêrt Mek Gork, Nûnerê taybet ê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê got ku her cûre hewildana waşîngtonê ji bo destwerdana li damezirandina dewleta tê ya Iraqê dê tûşî berteka tund a Iraqiyan were.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serokê hevpeymaniya Hilbijartinê ya Fetha Iraqê, Hadî Amirî got: Iraqî her cûre dewleta ku ji aliyê Amerîkayê va li Iraqê were damezirandin, kirêgirtî dizanin û dê di heyama du mehan da wê hilweşînin.

Ji dema lidarxistina hilbijartina parlimanî li Iraqê heta niha Bêrt Mek Gork, hewildaneka berfireh kiriye ku bi rêberên siyasî û serokên partiyên iraqî hevdîtinê bike û bi wan ra derbarê damezirandina dewleta nû gotûbêj bike.

Komên siyasî li Iraqê ragihandine ku nûnerê Trump hewil dide bi zext û gefan, dewleteka hevdeng û hevpeymanê Waşîngtonê li Iraqê damezirîne.

Ev yek bûye sebeb ku gellek ji kesayetiyên Iraqê hêrs bibin.

Li vî halî, Bi hezaran kes ji gelê Iraqê roja çarşememiyê bi lidarxistina kombûnekê nerazîtiya xwe li hemberî destwerdanên Amerîkayê li damezirandina dewleta Iraqê şermezar kirin û bi vî rengî nerazîtiya xwe nîşan dan.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li gorî ragihandina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Sairûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.

Başa dön tuşu