NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Amirî: Hizra serdarên Berxwedanê divê di civaka îslamî da reh berde

Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê got: Civaka îslamî roja îro hewcedara wê ye ku hizr û rêbaza serdarên Berxwedanê û fermandarên serkeftina dijî DAIŞê tê da reh berde.

Li gorî rapora Kanala El-Melûmeyê, Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê roja Pêncşemiyê di rêûrisma vekirina biryargeha çandî ya rêzgirtin li salvegera şehîdbûna serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis li Bexdaya paytexta Iraqê da tevî tekeziya li ser girîngiya van rêzgirtinan, got: Van du fermandarên şehîd di rewşekê da ku gişt bêhêvî bûbûn, civaka îslamî di şerê dijî koma DAIŞê ya terorîst da xiste seferberiyê û bi rê va bir.

Amirî her wiha got: Civaka îslamî roja îro hewcedara têkoşîna ji bo rehberdana nirx û hizra şehîd Suleymanî û El-Muhendis li civakê ye û divê em rêbaza wan du şehîdên hêja li civakê zindî xweyî bikin.

Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê tekez kir, Gelekan serkeftina li hember DAIŞê wek xewnek didîtin, lê ev xewn bi saya fetwaya merceyiyt û têkoşîna gelê Iraqê bû rastî.

Başa dön tuşu