Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku cîhana Îslamê ew çend sal in rastî terorîzma dewletî ya Erebistana siûdî hatiye û destnîşan kir: Hikimdarên siûdî bi diravên niftê gelek bela û karesat anîn serê gelê Efxansitan, Pakistan, Iraq, Sûriye, Lubnan û hin welatên efrîqî.
Ayetullah Sadiq Amolî- Larîcanî, îro li civîna berpirsên pilebilind ên dadweriyê got: Kiryarên roja îro yên Erebistana Siûdî nîşana berfirehbûna mektebên sexte û bîr û hirzên mîna selefî, tekfîrî û wehabî ne ku şopên kavilkir li cîhana Îslamê hebûne.
Wî bal kişand ser kuştin, teror û cinayetên Erebistanê û got: Esasa karê siûdiyan berfirehkirina terorîzmê li cîhanê bûye ku ji wan piştgiriya îdolojîk,aborî û çek û sîlehî ji komên terorîst ên mîna El-Qaidê û DAIŞ`ê ye.
Amaolî- Larîcanî her wiha bal kişand ser cinayetên Erebistanê li dijî gelê bêguneh ê Yemenê û destnîşan kir: Kuştina xelkê sivîl û êrişa ser navendên dermankirinê ji wan mînakên cinayetên cengê ne ku Erebistanê li Yemenê kirine lê, cîhana rojava bi pîvanên durû ên mafên mirovan li hember van cinayetana bêdeng maye.
Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê kuştina Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexnegirê siûdî sedema eşkerebûna mahiyeta terorîstperwer a Erebistanê da zanîn û destnîşan kir: Îdiaya biserêxwebûna kuştina Xaşuqçî bona bê sûç nîşandayîna hikûmeta fasid a Siûdî ye.
Rejîma Siûdî roja şemiyê serê axir piştî 18 rojan mirina Cemal Xaşuqçî li nav konsûlxana Erebistanê li Stembola Tirkiyê piştrast kir lê îdia kir ku ew ji ber pevçûna bi kesekî re hatiye kuştin.