Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî serokê saziya dadê ya Îranê roja duşemê li civîna berpirsên bilind ên dadweriyê, amaje bi berovajîkirina rastiyên navçeyê ji aliyê welêatên rojavayî kir û got: Welatên rojavayî ji hezaran kîlometrî dûrtir va hin kes wek têrorîst şandine navçeya Rojhilata Navînê û pişta wan girtine.
Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî got: Hin welatên paşverû yên navçê jî eva demeke dirêj e ku bi pêkanîna qelaşê di navber awelatan da, têrorîst berdane canê xelkê Iraq û Sûriyê.
Wî destnîşan kir: Welatên rojavayî û hinek ji welatên paşverû yên navçeyê, rastiyên Rojhilata Navînê berovajî kirine û niha îdia dikin ku piştgirên Mafên Mirovan in.
Serokê saziya dadê ya Îranê her viha got: Ducûretiya reftarê û durûtiya li warê reftara welatên rojavayî digel têrorîstan, dem ekê zêdetir bû ku wan têrorîst li dy çiqên rind û kûtî parve kirin.
Ayetullah Amolî Larîcanî destnîşan kir: Piştgiriya welatên rojavayî ji têrorîstan xerabtirîn peyama ji bo Mafên Mirovan e û roja îro mijara Mafên Mirovan bûye amûrek ji bo anîna zextê li ser hin welatên navçe û cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)