IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadi lîsteyeka şert û mercan ku Hewlêr beriya her cûre gotûbêjê divê wan cih bîne, amade kiriye

Rayedarên pileberz li dewleta Iraqê ragihandin ku Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê lîsteyeka şert û mercan ku Hewlêr beriya her cûre gotûbêjê divê wan cih bîne, amade kiriye“.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê El Erebiye El cedîdê, wezîrekî irqî bal kişande ser lîsteya ji sêzdeh şertan  a dewleta vî welatî bo navbeynkaran ji bo destpêkirina gotûbêjan digel rayedarên Hewlêrê û got: “Betalkirin û ragihandina fermî ya betalbûna Giştpirsînê, radestkirina tevahiya deriyên sînorî û firokexaneyan, radestkirina derhatên niftî û ne niftî û derhata bac û xeraca Herêma Kurdistana Iraqê bo dewleta navendî ya Iraqê ji şertên herî girîng di vê lîsteyê da ne“.

Wezîrê iraqî her wiha radestkirina tevahiya kesên bin şopa dewleta Iraqê ku li Herêma Kurdistana Iraqê ne, vegeriyana bo sînorên rêvebriiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê bo beriya sala 2003an (Dema dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê  va) û tevlîbûna hêzên Pêşmerge bo wezareta berevaniyê ya Iraqê ji şertên dijn da zanîn û got: “van şertan tu dijayetiya xwe digel Qanûna Bingehîn a Iraqê tune û wek babetên bingehîn ji bo destpêkirina gotûbêja bi Hewlêrê ra hatine hilêxistin“.

Li gorî vê raporê, nesitirandina kesên bin şopa dewleta navendî, pêkanîna sefera berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bo derve û pêşwaziya ji rayedarên biyanî bi erêkirina dewleta Iraqê ji şertên din ên raberkirî ji aliyê bexdayê ne.

Qeyrana li pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê piştî wê yekê dest pê bû ku Mesûd Bazranî serokê berê Herêma Kurdistana Iraqê bi hereketeka yekalî, giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî li dar xist; Bexdayê ev kar li dijî qanûna bingehîn a Iraqê zanî û li dijî wê sekinî.

Ji billî Bexdayê cînarên Iraqê, hin saziyên navçeyî û navneteweyî weke Yekîtiya Ereban  û Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) jî li hemberî vê Giştpirsînê sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu