ÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî-Larîcanî: Îran tu wexta ser şîyana xwe ya berevanîyê muzakirê nake

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê bi tu awayî têkildarî şîyana xwe ya berevanî û mûşekî muzakirê nake.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna berpirsên pilebilind ên dadwerîyê, pêşnîyar li welatên ewrûpî kir ku heke hez dikin têkildarî şîyanên mûşekî muzakirê bikin, bihêlin Komara Islamî ya Îranê derbasî mijarên berevanî û mûşekî yên wan bibe û bi wan re muzakirê bike.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwiha bal kişand ser idiayên vê dawîyê yên Nîkî Hîlîyê nunera Amerîkayê li NY têkildarî vîya ku mûşekên ji Yemenê ber bi Erebistanê hatin avêtinê, yên Îranê ne û got: Hilêxistina idayên wiha bê bingeh, encama işkestên bi dû hev ên Amerîkayê li navçê û li asta navnetewî ne.

Nîkî Hîlî nunera Amerîkayê li NY roja pêncşema hefteya buhurî bi amadebûna li ber pirtîyeke hesin ku dia dikir pirtîya mûşekên îranî ye, nimayişeke propagandeyî ya nû li dijî Îranê bi rê xist.

Amolî-Larîcanî herwiha got: Amerîkayê bi xercên giran hewl da bi damezirandina koma têrorîst a DAIŞ`ê û bi heceta hebûna DAIŞ`ê û têkoşîna li hemberî wê, îmaja herêmê biguherîne lê bi amadebûna xurt a Komara Islamî ya Îranê li navçê, DAIŞ gihîşt xala dawîyê û piştgirên têrorîstan tûşî işkestê bûn.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu