ÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî-Larîcanî: Meşa gelê Îranê di roja 22`yê Behmenê de komployên dijminan pûç kirin

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê pişkdarîya bi milyonan kes ji gelê Îranê li meşa di roja 22`yê Behmenê ya îsal de sedema xurttirbûna iqtidara netewî ya Îranê û pûçkirina komployên dijminan zanî.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna berpirsên pilebilind ên dadwerîyê, meşa gelê Îranê ya di 11`ê Sibatê bi boneya pîrozkirina salvegera serketina inqilaba islamî de bicoş û berbiçav wesif kir û got: Evê pişkdarîya berfire ya gel di vê qonaxa hestyar de cîhan matmayî kir û bi milyonan dolarên ku dijminan li dijî Îranê xerc kiribûn, pûç û bêfeyde kirin.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwisan got: Gelê Îranê li deverên curbicur tevî hemî pirsgirêkan dost û dijminê xwe nas dike û bi maamdebûna li meydanê, yekitîya netewî ya xwe nîşanî cîhanê da.

Amolî-Larîcanî herwisan bal kişand ser kiryarên dijî Îranê yên dewleta Amerîkayê û got: Li halekî ku Yemen hatîye dorpêçkirin û heta rê nadin derman derbasî vî welatî bê kirinê, Amerîka careka din bi idiaya pêkenî Îranê di warê şandina mûşekan bo Yemenê de tawanbar dike.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê pêgirî kir: Ev idia komployeke nû ye ku wek berê bi saya amadebûna gelê Îranê li meydanê were pûçkirinê û rêya durist a inqilaba islamî ya Îranê bi alîkarîya gel dê dirêj û bilind be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu