ÎranNûçeRojhilatanavin

Amoliyê-Larîcanî: Kuştina xelkê bêguneh ên navçê ji mînakên eşkere yên kevneşopiya modern e

Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê got: Kuştina xelkên bêguneh ên Filistîn, Yemen, Iraq û Efxanistanê ji mînakên eşkere yên cahiliyeta modern e û ev cahiliyeta ji cahilyeta kevnare bi xoftir e.

Ayetullah Sadiq  Amoliyê Larîcanî roja duşemiyê li civîna  berpirsên  pilebililnd ên dadweriyê bal kişand ser nifaq û durûtiya  welatên  bi hêz li bara kuştina  xelkê bêguneh ên Yemenê ji aliyê Erebistana Siûdî û destnîaşn kir: Emerîka û Ewrûpa tam eşkere hêza xwe danîne ser  firotina  çekan bo welatekî ku cinayetên cengê dike.

Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê her wiha  bal kişand ser cinayetên  vê dawiyê yên  Rejîma Siyonîstî li dijî xelkê mezlûm ê Filsitînê û got: Mixabin  saziyên  navneteweyî û welastên  dawakarê mafên mirovan li hember vê cinayetê bêdeng mane û ji gişatn xirabtir,  çirayê kesk ê Emerîkayê û gotinên  bi dûrûtî yên Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê li bara naskirina Rejîam Siyonîstî ye ku xeyaneta li hemî misilmanan bû.

Ayetullah Sadiq  Amoliyê Larîcanî destnîaşn kir: Îro rojê hemî misilman divê li hemebr komploya li dijî xelkê bêberevan ê Filistînê bibin hevpeyman û em hêvî dikin ku welatên  azadîxwaz û nuxbeyên  wan dengê mezlûmiyeta xelkê Filistînê bighînin guhê cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu