Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê got: Kuştina xelkên bêguneh ên Filistîn, Yemen, Iraq û Efxanistanê ji mînakên eşkere yên cahiliyeta modern e û ev cahiliyeta ji cahilyeta kevnare bi xoftir e.
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî roja duşemiyê li civîna berpirsên pilebililnd ên dadweriyê bal kişand ser nifaq û durûtiya welatên bi hêz li bara kuştina xelkê bêguneh ên Yemenê ji aliyê Erebistana Siûdî û destnîaşn kir: Emerîka û Ewrûpa tam eşkere hêza xwe danîne ser firotina çekan bo welatekî ku cinayetên cengê dike.
Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê her wiha bal kişand ser cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîstî li dijî xelkê mezlûm ê Filsitînê û got: Mixabin saziyên navneteweyî û welastên dawakarê mafên mirovan li hember vê cinayetê bêdeng mane û ji gişatn xirabtir, çirayê kesk ê Emerîkayê û gotinên bi dûrûtî yên Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê li bara naskirina Rejîam Siyonîstî ye ku xeyaneta li hemî misilmanan bû.
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî destnîaşn kir: Îro rojê hemî misilman divê li hemebr komploya li dijî xelkê bêberevan ê Filistînê bibin hevpeyman û em hêvî dikin ku welatên azadîxwaz û nuxbeyên wan dengê mezlûmiyeta xelkê Filistînê bighînin guhê cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)