IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ 3 bîrên petrolê da ber êgir

Terorîstên DAIŞê li herêma Hemrînê ya bi ser parêzgeha Tikrîtê, êrişî ser çekdarên Heşdî Şabî kirin û 3 bîrên petrolê jî dan ber êgir.

Şevê din DAIŞê êrîşî ser gundên Hedadiyê yê li herêma çiyayê Hemrînê ku dikeve ser bajarê Tikrîdê kirin. Di encama êrîşê de di navbera hêzên Heşdî Şebî û terorîstên DAIŞê de şer derket û heya sibehê pevçûn berdewam kir.

Di encama pevçûnan de 2 çekdarên Heşdî Eşaîrî ji aliyê DAIŞê ve hatin Şehîd kirin û 2 jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê agir berdane 3 bîrên petrolê yên li herêmê û pira di navbera gundê Til Gisêb û Hemrîn de jî teqandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu