Sekreterê giştî yê Rêxistina NY viyana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jibo rawestana li ber terorîzmê, hewldana jibo damezrandina aşitiya neteweyî û damezrandina aramî û ewlehiyê li welatê xwe eciband.
Li gorî rapora IRNA`yê, AntOnio Guterres (Antonyo Gutêrêş), roja pênşemiyê seredana xwe ya Iraqê nîşana hevdiliya xwe tev dewlet û gelê Iraqê û saziyên dine vî welatî da zanîn û hêvî kir ku xebat û têkoşana vî welatî li bara rawestana li hember terorîzmê bi zûtirkê bighêje encamê û ji Heyder Ebadî ji ber berçavgirtina qanûnên navnerteweyî, parastian canê xelkê sivîl û hewldana jibo vegerandina aşitiya neteweyî bo vî welatî qedrzanî kir.
Sekreterê giştî yê RêxistinA NY her wiha ji civaka cîhanî xwest ku jibo giahndina alîkariyê bo kesên gorî û vegerandina ramî û ewlehiyê destekê bidin Iraqê.
Sekreterê giştî yê Rêxistin NY, AntOnio Guterres (Antonyo Gutêrêş), diyar kir: Li hevdîtina tev rayedarên iraqî ser hin riyên şopandina qanûnî ya terorîstên DAIŞê û mehmekeirina wan behs û nîqaş kiriye û ser pêwîstiya hewldana jibo agehdariya anvneteweyî li bara cinayetên vê grûpa terorîstî tekez kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)