Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ser piştgiriya vê rêxistinê û civaka cîhanî ji Iraqê bo cihhatina aşitî, ewlehî û geşatiya li navçê û cîhanê teqez kir.
Li gorî rapora Al-Alamê, Antonyo Gotêrêş, Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, roja pêncşemiyê li peywendiya telefonî tev Berhem Salih, serokkomarê nû yê Iraqê, ser piştgiriya vê rêxistinê ji Bexdayê teqez kir.
Gotêrêş her wiha bijartina Berhem Salih wek serokkomarê nû yê Iraqê pîroz kir.
Berhem Salih jî li peywedniya telefonî bi Gotêrêş re ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji ber piştgiriya berfireh ji Iraqê spasî kir.
Parlemana nûneran a Irqaê li civîna dudiyan a Cotmeha 2018`an, Berhem Salih, wek serokkomarê vî welatî bijart.