İslami Davet Kurdi Bange İslami

Aras Şêx Cengî: Xwedî li yekîtî û yekrêzîya Iraqê derkevin û Iraqê parçe nekin

Aras Şêx Cengî, di daxuyanîya xwe de Haşdî Şabiî wek dost û PDK, beşek ji YNK û pêşmergeyên Kurdistanê jî wek dijmin nîşan da û got: “Divê Haşdî Şabiî li Kerkûkê bên paraztin. Ji bo em nekevin xefikên dijmin divê em hestîyar bin, yan na wek ku berê li Kerkûkê bû, wê Kerkûk dîsa radestî hinek simsarên petrolê bê kirin, wê asayîşên partîyan zilmê li xelkê bikin û ewlehîya ku aniha heye wê ji holê rabe“.

Aras Şêx Cengî, daxwaza paraztina hêzên Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê dike, wan wek dost parêzerên ewlekarîyê dibîne.

Aras Şêx Cengî di heman demê de di Twîtter û Facebookê de pesnê Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê didin û bang li Kurdan dikin ku xwedî li yekîtî û yekrêzîya Iraqê derkevin û Iraqê parçe nekin.

Aras Şêx Cengî brayê Lahur Cengî ye ku di radestkirina Kerkûkê de hêzên xwe paşde kişandin û bo yekîtîya Iraqê rolêk serekê listîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version