AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Armanca min pêkanîna peywendîyên herîbaş ligel Îranê ye

Barût Paxûr serokomarê Slovênîyê îro li meclisa şêwra islamî ya Îranê, meclis navenda sereke ya dêmokirasîyê li her welatekî zanî û got ku wî li hevdîtin û muzakirên ligel rayedarên îranî, zemîneyên guncav bi merema zêdekirina hevkarîya her du welatan dîtine.

Parût Paxûr herwiha bi gotina vîya ku sefareta komara Slovênîyê li Îranê yê bê vekirinê, ragihand ku Îran û Slovênî dikarin li gorî rêzgirtin û pêbawerîya li berjewendîyên her du welatan pêngavên curbicur ser xêra her du welatan rakin ku ev yeka yê ser xêra aştî û ewlehîyê be.

Serokomarê Slovênîyê roja duşemê bi merema hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên îranî derbasî Têhranê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu