NûçeÎranRojhilatanavin

Armanca terorîstan rêgirtin li pêşveçûnên Sîstan û Belûçistanê ye

Wezîrê navxwe ye Îranê got: pîlanên gelek baş ji bo pêşketin û geşepêdana Sîstan û Belûçistanê tên cîbicîkirin ku terorîst hewl didin rêgiriyê li wan bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sada û Sîma`yê, Ehmed Wehîdî got: Lêkolîna rewşa ewlehî û bûyerên vê dawiyê yên Sîstan û Belûçistanê di rojevê de ye.

Got jî: terorîst hertim hewil didin rêgirî li geşbûn û geşepêdana Sîstan û Belûçistanê bikin.

Wezîrê navxwe wiha berdewam kir: Ji bo geşepêdana Sîstan û Belûçistanê pilanên gelek baş tên çêkirin ku dijmin û kirêgir hewl didin pêşiya van kiryaran bigirin û lêkolîna van mijaran di rojevê de ye.

Başa dön tuşu