IraqNûçeRojhilatanavin

Artêş û hêzên Iraqê bi haparloyan peyamek ji çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê re belav kirin

Li gor nûçeya çapemeneniya Iraqê, çekdarên DAIŞê li bajarokê Telaferê ya parêzgeha Nînowa rastî rewşeke derûnî ya giran hatine û hewl didin dengê haparloyên artêşa Iraqê bêdeng bikin.

Di peyama xwe de hêzên Iraqê ji çekdarên DAIŞê re dibêjin, yan divê bên kuştin, yan jî xwe radestî hêzên Iraqê bikin û dervey wan her du rêyan ti rêyeke din li pêş wan tineye.

Roja 20.08.2017ê serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgar kirina Telaferê ragehand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu