Artêş û komîtên gelanî yên Yemenê sêşemiyê şevê mûşeka Balistîk a navînmenzîl a nû ya Qahir-M2 yê nimandin
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîrê, Yekîna mûşekî ya ser bi artêşa Yemenê li daxûyaniyekê ragihand: Piştî serketîbûna avêtina sê mûşekên Balstîk ên navînmenzîl a nû ya Qahir-M2 derheq êrişa ser navenda Melik Xalid, Erebistan li navça Esîrê li abşûrê rojava vî welatî, ev mûşeka bi fermî hat nimandinê.
Ev mûşeka Balistîk xwediyê taybetmendiyên bi birra 400 km , wezna kumikê 350 kg û asta diqeta li avêtinê ya 5-10 mêtrê ye.
Li dawiya daxûyaniya artêşa Yemenê hatiye: Ev mûşeka jibo hewldana jibo zêdekirina hêza mûşekî ya artêşê, bêencamkirina êrişên dijminan û her wiha parastina yekitî û serbixwetiya Yemenê hatiye çêkirin.
Tevî dorpêçkirina giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma Siûdî hêza berevaniyê ya artêşê û komîtên gelanî rojbirojê zêdetir dibe.
Erebistana Siûdî bi piştgiriya Emerîka û welatên rojava û erebî yên hevpeymanê Riyazê û li bêdengiya NY û rêxistinên rojavayî yên dewekarê mafên mirovan ji Adara 2015`an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenî û dorpêçkirina bejahî , deryayî û hewayî ya vî welatî kirine jibo ku qaşo Ebd Rebbê Mensûr hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê vegerînin ser desthilatê.
Ev destdirêjiya eskerî heya niha ti encamek xêncî kuştina zêdetirî 11 hezar yemeniyan, birîndarbûna bi dehan hezar kesên din, awarebûna bi milyonan yemeniyan û kavilkirina binavahiyên vî welatî tine bûye.
Ev destdirêjiya her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dermanê aniye û bûye sedema derketina nexweşiyên curbicur . (BANGÊ ÎSLÂMİ)