NûçeRojhilatanavinYemen

Artêş û komîtên gelanî yên Yemenê sêşemiyê şevê mûşeka Balistîk a navînmenzîl a nû ya Qahir-M2 yê nimandin

Li gorî rapora kanala  nûçan a El-Mesîrê, Yekîna mûşekî ya ser bi artêşa Yemenê li daxûyaniyekê ragihand: Piştî serketîbûna  avêtina sê mûşekên Balstîk ên  navînmenzîl a nû ya Qahir-M2 derheq êrişa ser navenda Melik Xalid, Erebistan li navça Esîrê li abşûrê rojava  vî welatî, ev mûşeka  bi fermî hat nimandinê.

Ev mûşeka Balistîk xwediyê taybetmendiyên  bi birra 400 km , wezna kumikê 350 kg û asta  diqeta  li avêtinê ya 5-10 mêtrê ye.

Li dawiya daxûyaniya artêşa Yemenê hatiye: Ev mûşeka  jibo hewldana  jibo zêdekirina  hêza mûşekî ya artêşê, bêencamkirina  êrişên dijminan û her wiha parastina  yekitî û serbixwetiya Yemenê  hatiye çêkirin.

Tevî dorpêçkirina  giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma  Siûdî hêza berevaniyê  ya artêşê û komîtên gelanî rojbirojê zêdetir dibe.

Erebistana  Siûdî bi piştgiriya  Emerîka û welatên rojava  û erebî yên hevpeymanê Riyazê û li bêdengiya  NY û rêxistinên  rojavayî yên dewekarê mafên mirovan ji Adara 2015`an  dest bi destdirêjiya  eskerî ser Yemenî û dorpêçkirina  bejahî , deryayî û hewayî ya vî welatî kirine jibo ku  qaşo Ebd Rebbê Mensûr hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê vegerînin ser desthilatê.

Ev destdirêjiya eskerî heya niha  ti encamek xêncî kuştina  zêdetirî 11 hezar yemeniyan, birîndarbûna bi dehan hezar kesên din,  awarebûna bi milyonan  yemeniyan û kavilkirina  binavahiyên  vî welatî tine bûye.

Ev destdirêjiya her wiha  welatê xizan  ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dermanê aniye û bûye sedema  derketina  nexweşiyên  curbicur . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu