ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê bi mûşekên Grad û Zelzal-1 kirêgirtiyên Sûdanî tarûmar kirin

Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê şeva borî bi du mûşekên Zelzal-1 û Grad çeper û pêgehên kirêgirtiyê sûdanî yên ser bi Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiyan Rejîma Siûdî li bakurê çola Meydî li parêzgeha Hecce ya bakurê rojavayê Yemenê kirin hedef.

Kanala televîziyona Yemenê ya El-Mesîre ragihand ku di encama lêketina van mûşekan li çeper û pêgehên kirêgiyên sûdanî bi dehan kes ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê şeva borî herwiha du  mûşekên Zelzal-1 çeper û pêgehên kirêgirtiyê siûdî li nêzîkiya derbasgeha Eleb ya parêzgeha Esîr li başûra Erebistanê xistin ku di encamê de bi dehan kes ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Başa dön tuşu