ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Hevkariya Îranê, Hindistan û Efxansitanê, mînaka hevdengiya navçeyî ye

Seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, hevkariya van sê welatan ( Îran-Hindistan- Efxansitan) li warê Çabuharê, sembolek ji pêkhatina hevdengiyê li asta navçê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî ku bi taximekê re bona beşdariya li civîna sêalî ya alîkarên wezareta karên derve ya Hindistan, Efxanistan û Îranê sefera  Kabula patexta Efxanistanê kiriye, êvara  sêşemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanan re bal kişand ser vê yekê ku Îran û Hindistan jî ji babeta aborî, ewlehî û siyasî yên du welatên giring û bi bandor li Efxanistanê ne û got: “Hevkariyeke  sêalî dikare ji bo aşitî û aramiya li Efxanistanê û navçê kêrhatî be”.

Iraqçî bal kişand  ser mijarên ku li pênc civînên karî yên cuda yên taxiam Îranê hatin behs û nîqaş kirin û got: “Taximên sê welatan ser vê xalê ku çawa dikarin li beşa veguhestin, bendera Çabuharê, behrewergirtina ji madenan, xebitanduina sermayê, hevkariyên  bankî, ticaret û sercem hevkariyên  aborî yên hevpar cih bînin, gotûbêj kirin”.

Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, li bara  plana aborî ya bendera Çabuharê jî got: “Hindî ser vê benderê hisabeke taybet vekirine û xêncî alîkariyê li geşatiya wê beşdariya cidî hebûne û sermaya xwe xebitandine”.

Iraqçî teqez kir ku plana  hevkariya sêalî navbera Hindistan, Îran û Efxanistanê li vê barê ( bendera Çabuharê) hat pênasekirin û Efxanistanê jî pêşewaziya vê planê kir ji ber ku ji xwe yek ji riyên herî kurt û bi xerca kêm û ewlehiya baş bo gihêştina vî welatî bo a avên azad e.

Seyd Ebas Iraqçî mijara ewlehiyê ji mijarên din ên behsa navbera nûnerên sê welatan li vê civînê ragihand û xebata terorîstan, liv û tevegrên  DAIŞ`ê û eva ku çawa dikarin li hember wan bisekinin, bû mêhwera muzakiran.

Iraqçî her wiha  pirsgirêka madên narkotîk, hevkariyên  hevpar ên sê welatan bona rawestana li ber berhemanîn û guhestina madên narkotîk ji mijarên dine nîqaşa li pişka ewlehiyê da zanîn.

Başa dön tuşu