ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê sê mûşekên Zelzal-1 li Erebistanê xistin

Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê şeva borî sê mûşekên balestîk yên Zelzal-1 li çeper û pêgehên hêzên Siûdî yên li başûra Erebistanê xistin.

Li gor rapora Al-Alamê, çavkaniyên yemenî diyar kirin ku yekîneyên mûşekî yên Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê şeva borî bi sê mûşekên balestîk yên Zelzal-1 li bersiva cinayetên Rejîma Siûdî çeper û pêgehên hêzên vê rejîmê li Necran û Cîzanê yên başûra Erebistanê kirin hedef û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin û xisarên giran li wan xistin.

Komên yemenî dibêjin li bersiva cinayetên Rejîma Siûdî yên duh li parêzgeha El-Zalee ya başûrê Yemenê ev mûşekana li pêgehên leşkerên siûdî xistine. Balafirên siûdî duh berêvarê devera Qe’tebeh li parêzgeha El-Zalee ya başûrê Yemenê bombeberan kirin ku di encamê de 6 jin û zarok hatin kuştin û 17 sivîlên din jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu