ÎranNûçeRojhilatanavin

Definkirina meytên pisporên agirtemirandinê yên ku li bûyera Plaskoyê jiyana xwe ji dest dan

Merasima rakirin û definkirina personelên agirtemirandinê yên ku di bûyera agirpêketin û hilweşîna avahîya Plaskoyê da canê xwe ji dest dabûn, bi amadebûna hejmareke berpirsên serbazî û îdarî û çînûqatên gelê Îranê li bajarê Têhranê hat lidarxistinê û cenazên wan li goristana Bêhêştê Zehrayê (S) ya Têhranê hatin definkirinê.

Meytên 13 personelên agirtemirandinê ku di encama bûyera agirpêketin û hilweşîna avahîya Plaskoyê da canê xwe ji dest dabûnîro bi merasimekê li pişka 50 ya goristana Bêhêştê Zeharayê(S) hatin definkirinê û meytê 3 personelên agirtemirandinê din jî bo cihê jidêbûna wan hat veguhestin.

Merasima definkirina van personelên agirtemirandinê ku bûn gorîyê bûyera avahîya Plaskoyê îro bi amadebûna berpirsên îdarî ji wan Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî, ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî serokê dezgeha dadwerîyê, hucet ul Îslam Mihemedîyê Golpayêganî serokê nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilabê, Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê Îranê, Mihemedbaqir Qalîbaf şaredarê Têhranê û hejmarek ji parlemanterên Îranê û çînûqatên gel li Têhranê hat lidarxistinê.

Li vê merasimê peyama rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê li bara fidakarî û wêrekîya personelên agirvemirandinê yên candayî hat xwendinê.

Ayetulah Îmamîyê Kaşanî jî bû pêşnimêjê nimêja mirîyan a ku jibo wan gorîyan hat xwendinê û piştî nimêjê gelê pişkdar gul ser sindirûkên agirvemirîneran da barandin.

Avahîya Plaskoyê li navenda Têhranê sibeya roja pêncşem 19`ê Çilê agir pê ket û hilweşîya. Di encamê da 16 personelên agirvemirandinê û hejmarek welatîyên îranî di bin kelefeyan da canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu