NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Amerîka: Me û Tirkiyê bo Reqayê planên hevbeş hene!

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford ragihand, ku hêza HSDê têra operasyona Reqayê nake û tekez kir, ku wan li gel Tirkiyê bo kontrolkirin û pêşeroja Reqayê planên hevbeş hene.

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford ku duh bi serdanekê gihîşt Tirkiyê, bi Serfermandarê Artêşa Tirkiyê, Hulusi Akar re civiya.

Joseph Dunford derbarê hevdîtina xwe ya bi Hulusi Akar re ku 4,5 saetan dom kiribû, agahî da rojnamevanan.

Dunford ragihand, ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de, Amerîka û Tirkiye bo şerê li dijî DAIŞê û rizgarkirina Reqayê, parastina wê û rêvebirina bajêr planên hevbeş hene.

Dunford da xuyakirin, ku bo rizgarkirina Reqayê û qonaxa piştî wê, hêza Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têrê nake û wan berê jî amaje bi wê yekê kiriye.

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê li ser wl yekê got:

“Bo prastina Reqayê û mijara rêvebirina wê, me her demî dizanîbû ku HSD çareser nîne. Em niha li ser wê mijarê kar dikin, ku wan hêzan bibînin ku bo beşdarî di operasyonê de, hêzên dirist bin.”

Joseph Dunford destnîşan kir, dê hêzên HSDê bi tenê di operasyonê de beşdar nebin, hêzên din jî hene, weke Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê, hêzên eşîretên ereb û gelek hêzên din ên lîberal wê beşdarî operasyonê bibin.

Dunford herwiha diyar kir, dema ku ew hêz nêzîkî Reqayê bûn, dê Amerîka alîkariyê bike, û ew dê di demeke nêzîk de wan hêzan destnîşan bikin, ku dê beşdarî operasyona Reqayê bibin.

Dunford her wiha got, bêyî Tirkiyê operasyona Reqa dest pê nake û ji bo kontrolkirina Reqa planên Emerîka û Tirkiyê yên hevbeş hene.

Serfermandarê Artêşa Amerîka ew yek jî aşkere kir, ku dê operasyona Reqayê nêzîkî 2 mehan dom bike û tekez kir, ku di qonaxa yekemîn de dê Reqa were dorpêçkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu