CîhanEwropaNûçe

Artêşa Amerîkayê hildiweşe

Pisporê dîroka leşkerî û parastinê Douglas Macgregor di gotara xwe ya di The National Interest de hatiye weşandin de pirsa, ‘Artêşa Amerîkayê çima hildiweşe?’ dike.

Macgregor dibêje, “Ger Donald Trump (Serokê Amerîkayê) wezîrekî bihêz, xwedî perwerde yê ku berpirsiyarîa guherînên mezin ji generalên artêşê bixwaze, tayîn neke wê artêş ji pereyan zêdetir tiştan ji dest bide.”

Pispor dide xuyakirin, artêşa Amerîkayê bi şêwaza Şerê Cîhanê yê Duyemîn tevdigere û li şûna teknolojîyên nûjen razemeniyê li platformên berê dike û tetbîqata NATOyê ya ku tê pêşbînîkirin li Bulgaristanê were kirin jî wekî ‘întihar’ bi nav dike.

Ew dibêje, “Ger Amerîkayê niha ev operasyon li hemberî Rûsya, Çîn û Koreya Bakur a jê re amade ye bikira, wê di nav çend xulekan de ‘tetbîqat’ têk biçûye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu