AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Kemalvendî: “Îran li bara mesela navokî tev Amerîkayê gotûbêj nake“

Berdevkê Saziya Enirjiya Atomî ya Îranê ragihand ku Komara îslamî ya Îranê li bara mesela navokî û meselên peywendîdar bi heqê hakimiyeta xwe tev Amerîka gotûbêj nake.

Bêhrûz Kemalvendî Berdevkê Saziya Enirjiya Atomî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a fermî ya Çînê (Xinhua)`yê got: “Deriyên gotûbêja tev Waşîngtonê vekirî ne lê Îran li ser mesela navokî û hakimiyeta xwe tev Amerîkayê gotûbêjê nake“.

Berdevkê Saziya Enirjiya Atomî ya Îranê destnîşan kir: “Rêketina navokî ya Îranê û grûpa 5+1 hinek berpirsyarî bona her aliyekî gotûbêjê kifş kirine ku pêwîst e hemû alî van soz û qirarên xwe bibaşî cih bînin“.

Bêhrûz Kemalvendî ragihand ku siyasetmedar û dîplomatên grûpa 5+1`ê û Îranê bi salan bona rêketina navokî xebitîne û ya baş ev e ku Amerîkayê jî li hemberî vê rêketinê berpirsyariya xwe bibaşî cih bîne.

Kemalvendî bilî hişyarîdayîna bi Amerîkayê li bara vê yekê ku rêketina navokî binpê dike got: “Eger bê û Amerîka boykotên dijî Îranê cih bîne, Komara îslamî ya Îranê bi hêz û qawet dê bersiva Waşîngtonê bide“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu