NûçeFilistînRojhilatanavin

Artêşa Dagirker binçavkirina çalakgerekî Qudsê ragihand

Artêşa dagirker ragihand ku êrîşkarê ku di saetên serê sibehê de li Taxa Kevin a Qudsê rû da, piştî şopandina 6 saetan hatiye binçavkirin.

Di nûçeya li ser malpera Maariv a yek ji rojnameyên rejîma îşxalker de hat weşandin de hat îdiakirin ku ciwanê Filistînî yê ku li Qudsê gulebaran kiriye Emîr Es-Saydavî yê 28 salî û xelkê bajarê Qudsê ye. .

Hêzên dagirker danê vê sibehê avêtin ser bajaroka Farqînê û çalakvanê gulebarana li Qudsê ya ku di encamê de 9 şêniyên cihû birîndar bûbûn girtin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên dagirker bajaroka Farqînê dorpêç kirine û nahêlin derbasî bajarok bibin, li gelek malan geriyan û ji welatiyan pirsîn.

Hate ragihandin ku îstîxbarata dagirker û polîs û hêzên taybet li bajarokên El-Bustan, Eynu’l-Lewze, El-Harratu’l-Vusta û Batnu’l-Hewa yên Farqînê bi ser bi dehan malan de girtin.

Komên Filistînî bi daxuyaniyên ku belav kirin, îro serê sibê çalakiya gulebaranê ya li Taxa Kevin a Qudsê pîroz kirin û diyar kirin ku ev çalakî tolhildaneke xwezayî ya kuştinên hêzên dagirker e.

Başa dön tuşu