AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Mogirînî: SPV bi zûtirkê dikeve qada cihanînê

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku sazûkara malî ya Ewropayê digel Îranê nasyar bi SPV’yê dê bizûtirkê bikeve qada cihanînê.

Li gorî rapora IRNAyê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînîyê roja Duşemiyê piştî bidawîhatina civîna wezîrên karên derve yên welatên ewropî li Broksêlê qala amadebûna sazûkara taybet a malî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo hevkariya bi Îranê ra kir.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku sazûkara malî ya taybet a Ewropayê nasyar bi SPV’yê ji bo hevkariyên malî bi Îranê ra heta dawiya vê mehê dê bikeve meriyetê, got: Wezîrên karên derve yên welatên ewropî derbarê parastian Lihevkirina Atomî yekhelwêst in.

Mogirîniyê bi bîr xist: Îranê tevahiya sozên xwe cih anîne û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî jî bi 14 raporên li pey hev, ev sozdariya Îranê piştrast kiriye.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir: Em sozdar in ku gelê Îranê ji sdû û serpişkiyên betalkirina boykotan behreyê werbigirin; Heta piştî wê yekê ku Amerîkayê biryar da ji nû va boykotan vegerîne.

Tevî karê Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo derketina ji Lihevkirina Atomî, Yekîtiya Ewropyê, Çîn û Rûsiyê  pişta dewama vê lihevkirinê digirin.

SPV dê wek navbeynkarê malî û ticarî ji bo derfirotin û derkirrînê navbera Yekîtiya Ewropayê û Îranê bixebite û jibo welatên din jî ku bixwazin bi Îranê ra danûstandina ticarî bikin, dê sûdmend be.

Başa dön tuşu