IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Emerîkayê: Artêşa Iraqê 40 gundên nêzîkî Mûsilê azad kirine

Emerîkayê ragihand ku artêşa Iraqê 40 gundên nêzîkî Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirine.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Associated Pressê artêşa Emerîkayê ragihand ku ji dema destpêbûna  operasyona artêşa Iraqê jibo azadkirina  bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hêzên iraqî 40 gundên nêzîkî Mûsilê azad kirine.

General Metyo Aysler ji hêza hewayî ya Emerîkayê got ku hêzên iraqî li halê xurtkirina serketinên  xwe yên vê heftiyê li başûr û rojhilata  Mûsilê ne û di eynî demê de lezgîniya  bipêşdeçûna xwe jî parastine.

Şerê azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ku havîna 2014an  kete destê vê grûpê operasyoan herî mezin a eskerî li Iraqê ji dema dagirkirina  axa vî welatî ji aliyê eskerên  Emerîkayê li sala 2003an  tê hesabê.

Li gorî gotina  vî generalê emerîkî hevalbendiya bi serkirdetiya  Emerîkayê êrişên xwe yên hewayî ser terorîstan zêde kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu