IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Esre ya DAIŞê hêzên xwe ji Mûsilê vekişand

Çavkaniyekî taybet ji nav Mûsilê aşkere kir, ku tîmên taybet ên Artêşa Esre ya DAIŞê, ji nişka ve ji nava taxên kevnên bajarê Mûsilê paş ve vekişiyan.

Çekdarên DAIŞê û alîgirên wê hebûna Artêşa Esre di nava bajarê Mûsilê de weke belgeya mana serkirdeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî ye, ku DAIŞ wî bi navê Xelfîeyê Dewleta Îslamî bi nav dike.

Heman çavkaniyê da xuyakirin:  “Artêşa Esre, ketîbeyeke taybet a DAIŞê bû, ku ni nişka ve ji nava taxên kevn ên bajarê Mûsilê nemaye. Derdora gefteyekê bû, ku DAIŞê hêzên Artêşa Esre bi awayekê berfireh li deverên cuda cuda yên Mûsilê belav kiribûn û çend xalên kontrolê li hin taxan danîbûn”.

Bi gotina vî çavkaniyê taybet, “çekdarên DAIŞê bi çavekî taybet berê xwe didan Artêşa Esre, weke hêzeke tund, bihêz û bi bandor, ku hebûna wê di nav taxên Mûsilê, nîşanek ji bo wê yekê bû ku Bexdadî li Mûsilê ye”.

Roja yekşemiya bihorî, çavkaniyên ewlehî behsa wê çendê kirin, ku “Artêşa Esre, hemû amûr û kelûpelên serbazî û otomobîlên xwe, ji tirsa firokeyên şer ên hvepeymanan veşartine û serkirdeyên wê hêzê jî bi otomobîlên sivîl reviyane”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu