CîhanEfrîqaEwropaNûçe

Artêşa Fîlîpînê bi rexistînên komunîst re şer kir

Artêşa Fîlîpînê ragihand ku li başûrê payîtext Manîlayê, êrîş birine ser rexistînên komunîst û di êrîşê de 14 endamê komunist hatine kuştin.

Operasyon piştî ku serokkomar Rodrigo Duterte dawî li hevdîtinên xwe û gerilla anî çend roj bi şûnde hat kirin. Di navbera hukumet û rexistînên komunîst de ev 50 sale ku şer dewam dike û heya niha 40 hezar zêdetir kes mirine.

Li deverên ku rexistînên komunîst û hêzên dewletê lê şer dikin ji ber ku dewlemendê binaxêne, şerê 50 sal nahêle ku aboriya welat bi pêşde here.

Hukumet dibêje ku jimara endamên komunist ku şer dikin li dora 3.800 kesîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu