ÎranNûçeRojhilatanavin

Mohsin Rizayî: Heke Amerîka ji rêketinama navokî vekişe, Îran dê ji NPT`yê derkeve

Sêkrêtêrê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê got ku heke Amerîka ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê vekişe, Komara Islamî ya Îranê dê ji Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) derkeve.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Mohsin Rizayî sêkrêtêrê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê îro danê êvarê di bersiva nûçegihanên bîyanî li Têhranê da bi gotina vîya ku nabe Ewropa berjewendîyên xwe yên demdirêj bike qurbana berjewendîyên Donald Trump serokomarê Amerîkayê, dîyar kir: Ewropî nikarin bi amerîkîyan re di warê cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li hev bikin.

Sêkrêtêrê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê pêgirî kir ku Îran plana ewropîyan a ji bo razîkirina Trump ji bo mayîna li rêkeitnama navokî, qebûl nake û got: Amerîkayê rêyeke xirab têkildarî rêkeitnama navokî girtîye ber xwe. Rizayî bal kişand ser vê yekê ku Turmp, Amerîka li peywendîyên navnetewî paşde birîye, dîyar kir: Sekinîna Trump li hemberî çendalîtîyê, ev welata zivirandîye dewrana berî şerê cîhanî û xistîye tecrîdê.

Di rojên buhurî de û hevgavê seredana serokomarê Fransayê bo Amerîkayê hin rapor têkildarî ihtimala lihevkirineke temamkir di navbera Amerîka û Ewropayê de li bara rêketinama navokî hatin weşandin.

Biryar e ku serokomarê Amerîkayê, Donald Trump di 12`ê Gulanê de li bara rawestandina boykotên navokî yên dijî Îranê biryarê bide û vekişîn an mayîna Amerîkayê li vê rêketinamê ragihîne.

Başa dön tuşu