IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Îraqê 2 taxên Mûsilê rizgar kirin

Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, taxên Yunis Sebauy û Yafay rizgar kirin.

Ji fermandarên eniya Nînowayê ya Artêşa Iraqê Ferîq Rukîn Ebdulemîr Reşîd Yarella, li ser malpera fermî ya daîreya enformasyona Operasyona Iraqê têkîldarî operasyona Mûsilê agahiyên herî dawî parve kirin. Ferîq Rukîn, diyar kir ku hêzên Artêşa Iraqê li navenda bajarê Mûsilê pêşveçûyina xwe didomînin û îro danê sibehê jî taxên Yunis Sebauy û Yafay rizgar kirine.

Ferîq Rukîn wiha dewamî da axaftinên xwe; “Niha taxên Yunis Sebauy û Yafay hatine rizgarkirin û li ser banên xaniyan ala artêşa Iraqê badibe. Di operasyonê de gelek ziyanên dijmin çêbûn.”

Her wiha Reşîd Yarella destnîşan kir ku rêya stratejîk a 60 metro ku li başûrrojhilatê Mûsilê ye,  ketiye kontrola hêzên Iraqê. Ev rê, Mûsil û qezaya Tilkefeyê digihîne hev. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu