IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Îraqê 2 taxên Mûsilê rizgar kirin

Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, taxên Yunis Sebauy û Yafay rizgar kirin.

Fermandarên artêşa Iraqê li eniya Nêynewayê Ebdulemîr Reşîd Yarella, li ser malpera fermî ya daîreya enformasyona operasyona Iraqê têkîldarî operasyona Mûsilê agahiyên herî dawîyê parve kirin. Wî diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê li navenda bajarê Mûsilê pêşveçûyina xwe didomînin û îro danê sibehê jî taxên Yunis Sebauy û Yafay rizgar kirine.

Ebdulemîr Reşîd Yarella wiha domand: “Niha taxên Yunis Sebauy û Yafay hatine rizgarkirin û li ser banên xaniyan ala artêşa Iraqê diheje. Di operasyonê de gellek ziyan li têrorîstan ketine.”

Reşîd Yarella li dawîyê destnîşan kir ku riya stratejîk a 60 metro ku li başûra rojhilatê Mûsilê ye,  ketiye destê hêzên Iraqê. Ev rê, Mûsilê û qezaya Tilkefeyê digihîne hev (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu