IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê li rojavayê Mûsilê 512 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi bombebarana balafiran hatin kuştin.

Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê Ferîq Şakir Cewdet di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta niha Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) 512 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê kuştine û ji wan 77 jê jî nîşangir in.

Ferîq Şakir Cewdet diyar kir ku polîsê federal li rojavayê Mûsilê 61 herêm û 274 kîlometre çargoşe kontrol kirine. Herwiha 260 hezar kes, ji destê DAIŞê rizgar kirine û 12 hezar kesên din jî vegerandine cih û warên wan. 43 hezar û 750 sênî xwarin belavkirine li penaberan û herwiha 256 wesayîtên bombekirî û 162 motorsiklêtên bombebarkirî îmha kirine.

Di 19ê Sibata 2017an de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, destpêka operasyona rojavayê Mûsilê ragihandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu