IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: Alîkarê Bexdadî di bombebaranê de hat kuştin

Rêveberiya Hewlgîriya Artêşa Iraqê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku balafirên şer ên Artêşa Iraqê 5 serkirdeyên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin û yek ji wan jî alîkarê Bexdadî ye.

Hewlgîriya Artêşa Iraqê belavokek derbarê şerê li Mûsilê yê li hemberî DAIŞê belav kir. Di belavokê de hatiye destnîşankirin ku Hewlgîriya Artêşê diyar dike balafirên hêzên esmanî yên Iraqê, piştî zanyariyan, êrîşeke esmanî li devera Islah Ziraî li bajarê Mûsilê lidar xist.

Di encama vê êrîşê de 3 serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin. Li gorî heman daxuyaniyê di nava van de kesê bi navê Abdulwahid Sayr Cuan Berniyas, bi nasnav El Luweyî jî heye ku hatiye îdiakirin alîkarê Serokê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî ye. Dîsa rêveberê hatûçuya DAIŞê li Mûsilê Ehmed Xizeyr Seyr Cuan û Abdulkerîm Xizeyr Sayr Cuan Berniyas, bi nasnav Ebu Herbî rêveberê kiştûkalê Telaferê jî hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu