IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê balafirgeha Mûsilê kontrol kir

Çavkaniyeke leşkerî ji Spûtnîkê re ragihand ku hêzin iraqî tevahiya balafirgeh Mûsilê ya li rojavayê bajarî kontrol kir û ji destê DAIŞê derxist.

Televizyona iraqî vê sibehê ragihand ku hêzên iraqî dorpêça li ser aliyê rojavayî yê Mûsilê xurttir kiriye û kariye têkeve balafirgeha sereke û baregeheke leşkerî nêzîkî wê derê.

Di  daxuyaniya televizyona fermî de wiha hat gotin: “Hêzên Bersiva lezgîn û polîsên federal ketine nava balafirgeha Mûsilê…û hêzên tijî terorê jî ketine baregeha leşkerî ya Xezlaniyê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu