IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê Baregeha Kindî û Taxa El Erebî dorpêç kir

Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê li bakurê rojhilatê Mûsilê Baregeha Kindî û Taxa El Erebî dorpêç kirine.

Artêşa Iraqê di nava 72 seetên dawî de taxa Hedba, Kefaet û Qeyrwanê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistin. Li taxa Hedbayê terorîstên DAIŞî 17 êrişên xwekujî anîbûn ser hêzên iraqî lê dîsa jî nekarîn berevaniyê bikin û artêşê tax kontrol kir.

Li gorî zanyariyên berdest, hêzên Artêşa Iraqê ber bi taxa El-Erebî ve pêşve diçin û tedwîran distînin da ku bergeha nîşangirên ser banê malan û otomobîlên xwekujî kêm bikin. Leşkerê bi navê Yasir Elî Kazim dibêje: “Em niha ber bi taxa El-Erebî ve pêşve diçin. Bi destûra xwedê emê sibe bigihin navenda bajêr.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu