IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê ber bi navenda bajêr ve pêşve diçe

Operasyona Mûsilê berdewam e û Artêşa Iraqê hewl dide xwe bigihîne navenda bajêr.

Îro (04-12-2016) 4 helîkopterên şer ên Artêşa Iraqê li ser herêmên rojhilatê Mûsilê digerin û bi hevkariya Firqeya Zêrîn, çeperên DAIŞê dikin amanc. Duh şer li taxa Zuhur bû lê îro taxa Rehm şer heye. Eger Artêşa Iraqê vê taxê kontrol bikin dê xwe bigihînin ber qiraxa rûbarê Dîcle û herwiha bigihin navenda bajêr.

Ji sibê ve dengê teqînan li nav Mûsilê kêm nebûye û îro firokeyan 5 caran li pêgehên DAIŞiyan daye. Herwiha DAIŞê li taxa Rehm cihên xwe sext kirine.

Piraniya çekdarên DAIŞê yên beşdarî pevçûnan dibin yên biyanî ne û xelkê medenî jî weke mertalên zindî bikar tînin.

Ji ber pêla xobarê, di çend rojên derbasbûyî de çekdarên DAIŞê dikariyan bi rehetî li dijî leşkerên iraqî otomobîlên bombebarkirî bikar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu