IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê berbi deriyên Mûsilê ve diçe

Hêzên ewlekariya Iraqê, demjimêr 06:30ê roja dûşemê 31/10/2016, ji milê Bertile, Tehrawe û Elî Reşê ve dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Artêşa Iraqê ji eniyên bakûr, başûr û rojhilatê Mûsilê ve, berbi navenda bajêr dest bi êrîşê kirine.

Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê General Ebdulxenî Esedî got: “Hêzên me pêş ve diçin, piştî çend demjimêrekî emê xwe bigihînin ber deriyê bajarê Mûsilê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu