IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê berê xwe da 6 gundan

Hêzên Artêşa Iraqê di çaremîn roja operasyona Mûsilê de, ji eniya Geyare ve berê xwe dane 6 gundên başûr û rojhilatê Mûsilê.

Li gorî zanyariyan Heşda Şeibî û hêzên ewlekariya Iraqê ji bo kontrolkirina gundên Seydawa, Mekûk, Xebatiye, Menawir, Selahiye û Xinasîtê operasyonek berfireh dane destpêkirin. Artêşa Iraqê duh jî gundê Kanî Heramî kontrol kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu