IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin

Hate ragihandin ku Hêzên ewlekariya Iraqê li rojavayê Mûsilê bo 3 taxên ku di bin kontrola DAIŞê de ne, rizgar bikin amadekariyên xwe temam kirine.

Berdevkê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seba Numan diyar kir ku hêzên Iraqî bi temamî xwe amade kirine ku tevahiya bajarê Mûsilê kontrol bikin, û niha bi tenê 3 taxên aliyê rastê yê bajarê Mûsilê mane, ku di bin destên terorîstên DAIŞê de ne.

Sebah Numan eşkere kir ku zanyariyên di derbarê hejmara terorîstên DAIŞê de li nav tax û navçeyên girêdayî Mûsilê hene, tine ne.

Numan got: “DAIŞ zêdetir pişta xwe bi xwekujan ve girê dide û welatiyên sivîl jî wek mertalên zindî ji xwe re bikar tîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu